Mustafa Hatipoğlu
04 Îlon 2023•Rojanekirin: 04 Îlon 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Serokê Dewletê yê Federasyona Rûsyayê Vladimir Putîn çû Rûsyayê.
Serokomar Erdogan bi balafira "TUR" di saet 10.50î da ji Balafirgeha Ataturkê ber bi Soçiyê bi hewa ket.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Fatih Kacir û hin peywirdaran beşdariya Erdogan kirin.
Mijara sereke ya hevdîtina Erdogan û Putîn, Peymana Korîdora Dexlê ya Behra Reş e ku Rûsya di 17ê Tîrmehê da jê vekişiya. Di hevdîtinê da Şerê Rûsya-Ukraynayê û her wiha mijarên enerjî, bazirganî, turîzm û peywendiyên dualî jî dê bên rojevê.