Dildar Baykan Atalay
05 Îlon 2023•Rojanekirin: 06 Îlon 2023
Hat ragihandin ku testa Kovîd-19ê ya Jîll Bîdena xanima Serokê Amerîkayê Joe Bîden "pozîtîf" û testa Bîden jî "negatîf" derketiye.
Berdevka Qesra Sipî Karîne Jean-Pîerreyê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku testa Kovîd-19ê ya Jîll Bîdenê "pozîtîf" derketiye.
Karîne Jean-Pîerreyê destnîşan kir ku testa Kovîd-19ê ya Serokê Amerîkayê Bîden jî "negatîf" derketiye û got ku wê serok hertim testa wî bê çêkirin û şopandin.
Joe Bîden di 21ê Tîrmeha 2022yan da bi Kovîd-19ê ketibû.