İbrahim Atmaca
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ketina balafira rêwiyan serxweşî da Vladîmîr Putînê Serokê Federasyona Rûsyayê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat hildan, Serokomar Erdogan ji Putîn ra peyama serxweşiyê şand û di peyamê da ji bo ketina balafira rêwiyan û mirina 71 kesan xemgîniya xwe îfade kir.
Hat gotin ku Serokomar Erdogan ji bo malbatên kesên ku di qezayê da mirin sebir hêvî kir, li ser navê Putîn serxweşî da hemû gelên ûris.
Yildirim ji Medvedev ra telgrafa serxweşiyê şand
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hat hildan, Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo ketina balafira ku tê da 71 kes hebûn ji Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtrî Medvedev ra telgrafa teziyeyê şand û serxweşî dayê.
Yildirim di telgrafa xwe da wiha got: "Ez ji bo eqrebayên kesên ku di vê qezaya xemgiran da mirin sebrê hêvî dikim û li ser navê we, serê hikûmet û gelê ûris ê dost sax be."
Duh li Rûsyayê balafireke ku 71 rêwî tê da bûn, piştî ku ji Balafirgeha Domodedovoya Moskovayê rabûbû, ketibû.