ANKARA
Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm li ser deweta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat Enqereyê ye û çû serdana Anitkabîrê
Mesûm çelenk danî ser mozoleya Ataturk rêz girt. Mesûm paşê derbasî Kûleya Mîsaqa Millî bû û Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê Mesûm li Qesra Serokomariyê bi merasima fermî pêşwazî bike. Piştî hevdîtina her du heyetan, Erdogan û Mesûm wê bi hev re civîna çapemeniyê li dar bixin.
Erdogan wê ji bo Mesûm firavînê bide.
Mesûm pişt re wê bi Serokê TBMMê Cemîl Çîçek re hevdîtinê bike. Paşê jî wê li Otêla Sheratonê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtinê bike.
Mesûm wê di 23yê Nîsanê de li Stenbolê beşdarî Civîna Aştiyê bibe. Ev civîn di çarçoveya Çalakiyên Bibîranînê yên 100emîn Salvegera Şerên Çanakkaleyê de wê bê kirin.