SILÊMANÎ
Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm ji bo şopandina geşedanên dawîn hat serdana Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê.
Mesûm bi balafira Serokomariyê hat Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê û ji hêla Alîkarê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talabanî, Berpirsiyarê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, Walî Dr. Aso Ferîdûn û rayedarên îdarî va hat pêşwazîkirin.
Mesûm li vir daxuyaniyeke kurt da rojnamevanan û wiha got: "Ji bo şopandina geşedanên li Kurdistanê li vir im. Ez ê bi hemû aliyên siyasî ra bêm bal hev. Armanca min ew e ku xizmeta gelê Iraqê û Kurdistanê bikim. Wek mayîn ez ê herim serdana Helebçeyê."
Der heqê geşedanên dawîn ên di navbera Bexda û Hewlêrê da wiha got: "Em ê bi hûrgilî li ser vê meseleyê biaxivin."
Hat destnîşankirin ku Mesûm bi Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî ra hatiye bal hev.
Mesûm piştî serdana xwe ya li Helebeçeyê wê li Hewlêrê bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û partiyên siyasî ra bê bal hev.