Sêyemîn yekîneya pêşmergeyan a ku Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şandibû Kobanêyê peywira xwe temam kir û bi balafira taybet gihaşt Hewlêrê.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji bo yekîneya pêşmergeyan a ku ji 149 kesan pêk tê, merasima pêşwazîkirinê hat lidarxistin. Xizmên wan, rayedarên walîtî û leşkeriyê pêşwaziya pêşmergeyan kirin.
Malbata leşkerê bi navê Zêrevan Ekrem Ebdûlmecîdê ku di 21ê kanûna paşîn de li Kobanêyê mir jî hat balafirgehê. Hat dîtin ku xizmên Ebdûlmecîd ên ku pêşwaziya pêşmergeyan kirin, nekarîn xwe bigrin û giriyan. Pêşmergeyên dîtin ku malbata hevalê wan bi xemgînî pêşwaziya wan dike jî nekarîn xwe bigrin û giriyan.
Pêşmergeyan di merasima pêşwazîkirinê de diyar kir ku bi kesekî kêm hatin Hewlêrê û ji ber vê yekê xemgîn in.
Birayê pêşmergeyê ku di êrîşa milîtanên DÎŞIyê de hat kuştin Zêrevan Ekrem Ebdûlmecîd, Nêçîrvan Ekrem Ebdûlmecîd daxuyaniyek da û wiha axivî: "Ji roja ku birayê min şehîd ket heta niha rayedarên hikûmeta Kurdistanê em tenê nehiştin. Birayê min bi awayekî qehremanî li ber xwe da û şehîd ket. Em bi wî serbilind in."
Doxtor Îzettîn Temoyê ku di nav yekîneya ku vegeriya Hewlêrê de cî digire jî wiha qala hestên xwe kir:
"Ez 122 rojan li Kobanêyê mam. Ez ji bo rizgarkirina Kobanêyê kêfxweş bûm lê bi xemgînî vegeriyam vir. Em kesekî kêm vegeriyan Hewlêrê. Komên kurdan ên ku li dijî DÎŞIyê şer dikirin, ji bo ku yekîneyên pêşmergeyan zirarê nebînin xwe diavêtin pêş û canê xwe dikirin sîper. Şerkirina li dijî vê rêxistina hov û dijminê mirovahiyê peywira herî mezin e. Heke hewce bike em dê cardin biçin."
Pêşmergeyên ku 43 rojan li Kobanêyê man piştî daxuyaniyan çûn bal malbatên xwe û pişt re çûn malên xwe.
3yemîn yekîneya pêşmergeyan di 16ê kanûna paşîn de li Kobanêyê dest bi peywirê kiribû. Yekîneyê peywira xwe ji îro pê ve dewrî koma 4emîn a ku ji 124 kesan pêk tê kir.
HKIyê cara ewil bi destûrdayîna Tirkiyeyê di 28ê cotmeha 2014an de yekîneyeke pêşmergeyan a ku ji 150 kesî pêk dihat şandibû Kobanêyê. Koma duyemîn jî di 3yê kanûna paşîn de li Kobanêyê peywirdar bibû. Yekîneya 4emîn a ku HKIyê şand jî duh derbasî Kobanêyê bibû.
Pêşmerge niha li Kobanêyê bi komên din ên kurdan û Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) re li dijî DÎŞIya rêxistina terorê şer dikin.