Türkan Tosun
05 Mijdar 2020•Rojanekirin: 06 Mijdar 2020
Serokomarê Kosovayê Haşîm Thaçî daxuyand ji ber ku îdianameya sûcên şer a ku Dozgeriya Taybet a Kosovayê ya li Laheyê amade kiribû ji hêla mehkemeyê va hat qebûlkirin ew ji wezîfeya xwe îstifa dike.
Thaçî li Prîştîneyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got wî ji wezîfeya xwe îstifa kiriye.
Thaçî anî ziman dozgerê di Mehkemeya Taybet a Kosovayê da wezîfedar e ji wî ra gotiye îdianameyên der barê wî da qasek berî hatiye qebûlkirin û wiha axivî: "Li ser navê xwe û malbata xwe dibêjim di hewldanên me yên 30 salî yên ji bo azadî, serxwebûn û avakirina dewletê da we piştgirî da min ku ev li ser navê we keliyeke pir zehmet e."
Dozgeriya Taybet a Kosovayê ya li Laheyê der barê Serokomarê Kosovayê Haşîm Thaçî û Serokê Meclisê yê berê Qedrî Veselî da ji ber ku di şer da (1998-1999) lu hemberî mirovahiyê sûc û sûcên şer kirine di 24ê Hezîranê da îdianame amade kiribû û pêşkeşî mehkemeya taybet kiribû.
Di îdianameyê da Thaçî, Veselî û kesên din ên ku navê wan derbas dibin ji kuştina 100 kesî berpirsyar tên nîşandan, ji bilî van ew bi kuştin, nefîkirin û îşkenceyê tên sûcdarîkirin.