29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ATÎNA
Ji serokwezîrên Yewnanistanê yê berê Konstantîn Mîçotakîsê ku 99 salî bû, mir.
Li gor xebera ajansa nûçeyan a Yewnanistanê ANA-MPAyê ku spart daxuyaniya malbata serokwezîrê berê Mîçotakîs bişev di saet 01.00î da mir.
Mîçotakîsê ku di salên 1990-1993an da serokwezîrtiya Yewnansitanê kir di heman demê da jî bavê Kîryakos Mîçotakîsê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Nû (ND) û Wezîra Karên Derveyê Berê û parlementera NDyê Dora Bakoyannî bû.
Mîçotakîs xizmê Eleftherîos Venîzelosê ku siyasetmedarekî li Yewnanistanê tê naskirin di cûntaya 1967an eskeran da hatibû girtin û reviyabû û hatibû Tirkiyeyê. Serokwezîrê berê yê Yewnanistanê Mîçotakîs bi salan di parlementoyê da wezife kiribû û heta 1974an li derveyê welatê xwe mişextî bû.