06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
PARÎS
Serokwezîrê Fransayê Manuel Vallsê ragihandibû ku di hilbijartina serokomariyê ya sala pêş da wê bibe namzed ji wezîfeyê îstifa kir.
Valls îstifaya xwe pêşkeşî Serokomarê Fransayê François Hollande kir.
Serokomar Hollande jî ji ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî ku wî wezîfeya avakirina hikûmetê da Bernard Cazeneuveyê Wezîrê Karên Navxweyî ye.
Serokwezîr Valls duh li bajarê Ervyê berê li wir wek serokê şaredariyê wezîfe kiribû îlan kir ku ew jî di hilbijartina serokomariyê da heye û di vê pêşbaziyê da cih digire.
Vallsê ji Partiya Çepgiran gotibû ku lazime çepgirên ji hev qetî bigihijînin hev.
Partiya Çepgiran di 22-29ê rêbendanê da ji bo eşkerekirina namzedên serokomariyê wê bicive û bernamzed jî divê heta 15 kanûnê serlêdanên xwe temam bikin.
Partiya Komarparêzan a li Fransayê di encama hilbijartina du hefte berê hat kirin da ji bo serokomariyê serokwezîrê berê François Fillon wek namzed hilbijartibûn.
Li Fransayê hilbijartina serokomariyê ya bi du tûran wê di 27 Nîsan û 7ê Gulana 2017an da bê kirin.