LONDON
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ji bo pêkanîna hin hevdîtinan hat Londona paytexta Brîtanyayê û li vir bi Wezîrê Karê Derve yê Britanyayê William Hague re hat bal hev.
Piştî hevdîtina ku li Wezareta Karên Derve pêk hat Wezîr Hague diyar kir ku ew ji hatina Barzanî ya Londonê gelekî kêfxweş e û wiha dewam kir: "Ziyareta Serokwezîr ji bo pîrozkirina têkiliyên germ ên di navbera Qeyseriya Yekbûyî û Herêma Kurdistana Iraqê yên di warê bazirganî, çandî û perwedeyê de firsendek e. Ji bilî vê ev nîşaneyek e ku Qeyseriya Yekbûyî dixwaze di van hemû waran de bibe hevkarê herêmê."
Hague ji ber îstikrar, ewlehî û serkeftinên ku di van salên dawîn de li HKIyê pêk hatin Barzanî pîroz kir û wiha got: "Em di hevdîtinê de li ser hilbijartinên dawîn ên Iraqê û li ser gavên ku ji bo avakirina hikûmeta federal dê bên avêtin sekinîn. Min Serokwezîr û partiyên siyasî yên din teşwîq kir da ku beşdarî vê pêvajoyê bibin."