HEWLÊR
Hat ragihandin ku Rêvebiriya Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, wek serokwezîrê 8emîn ê hikûmeta nû wezîfedar kir.
Di lijneya giştî ya meclisê de dengdayîn hat kirin, 99 parlementeran dengê xwe da Nêçîrvan Barzanî û Barzanî bû serokwezîrê hikûmeta ku dê di pêşerojê de bê îlankirin. Tenê parlementerê Tevgera Îslamî Şivan Kaladizî namzediya serokwezîriyê ya Barzanî qebûl nekir û dengê xwe neda Barzanî.
Ji Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) lawê Celal Telebanî Qubat Talabanî jî 78 deng hilda û bû Alîkarê Serokwezîr. Tevgera Goranê û Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) li dijî namzediya Talabanî derketin.
Serokê Meclisa HKIyê Yûsif Mihemed da zanîn ku dê pêşnumaya serokwezîr û alîkarê serokwezîr ji bo îmzekirinê bişînin ber destê Mesûd Barzanî.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku kabîneya xwe ya ku ji 19 parlementeran pêk tê damezrîne, dê damezrandina hikûmetê îlan bike. Tê gotin ku dê ev pêvajo mehekê bidome.
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber ku piştî hilbijartinên herêmî yên di 21ê îlona 2013an de hatin kirin nîqaş derketin û damezrandina hikûmetê dereng ma. Bi alîkariya hewldanên PDKyê cara ewil hikûmeteke piralî tê damezirandin.