HEWLÊR
Li Iraqê piştî hilbijartinên giştî yên di 30yê nîsanê de kurdan 62 parlementer derxistin û encamê wek "serketin" dibînin.
Kurdan di hilbijartinên 2010an de 52 parlementer bi dest xistibûn, ji bilî 44 kontenjanên ku ji bo bajarên Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê hatibûn veqetendin, li Mûsil û Diyalayê jî serkeftineke mezin bi dest xistibûn. Kurdan bi qezenckirina 62 parlementeran ve di Parlementoya Iraqê de bi hêz bûn.
- "Kurdistanê qezenc kir"
Rojnameya Hewlêrê ya ku nêzî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye bi manşeta "Kurdistanê qezenc kir" derket. Di rojnameyê de van nirxandinan cih girtin: "Kurdan li tevahiya Iraqê rayên xwe ji sedî 20 zêde kirin. PDKyê li herêma Kurdistanê herî zêde deng sitend û bi 25 parlementeran ve jî di tevahiya Iraqê de bû hêza 5emîn. Bi encamên hejmara parlementerên kurdan bû 62. Bi 4 parlementerên ku ji kotaya kêmnetewan tê jî ev hejmar derket 66an."
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku PDKyê 25, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21, Tevgera Goran 9, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) 4 û Partiya Civaka Îslamî (Komele) jî 3 parlementer bi dest xistine.
Rojnameya Nweyê ya ku weşana fermî ya YNKyê ye jî manşeta "Pêşeroj ya YNKyê ye" avêt. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku dê herêma Kurdistanê bi 62 parlementeran bi Bexdayê re bikeve reqabetê. Rojnameyê bal kişand ku kurdan li Kerkûkê 8 parlementer qezenc kirine.
Rojnameya Aweneyê jî di nûçeya xwe de destnîşan kir ku dê encam rêqabeta li herêma Kurdistanê dijwartir bike. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku YNK li herêma Kurdistanê li sê bajaran nebû yekemîn, lê li Kerkûkê serkeftineke mezin bi dest xist.
- Encamên hilbijartinên walîtiyê
Li herêma Kurdistanê ji bilî hilbijartinên giştî yên Iraqê, hilbijartinên walîtiyê jî hatin kirin. Li Hewlêr û Dihokê namzedê PDKyê, li Silêmaniyeyê jî namzedê Goranê qezenc kir.