Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, bi Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Bert Koenders re hat bal hev.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Koenders hat Hewlêrê û li vir bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî re hevdîtin kir. Barzanî piştî hevdîtinê daxuyanî da nûçegihanan û derbarê berxwedana li dijî DÎŞiyê de wiha got: "Hollandayê pêşmergeyên me perwerde kir û alîkariya çek da, ev alîkarî ji bo me alîkariyekî girîng e."
Barzanî destnîşan kir ku hevdîtin erênî bûn û got ku Koenders bi ziyareta Hewlêrê tênê piştgirî neda HKIyê, ji bo hemû gelê Iraqê ev ziyaret bû moral.
Koenders jî bi bîr xist ku wan piştgirî da hêzên koalisyonê yên ku serkêşiya wî DYAyê dikir û wiha got: "Dê hevkariya me ya li dijî şerê DÎŞIyê berdewam bike."
Koenders diyar kir ku Hollandayê ji bo şerê li dijî DÎŞIyê tê kirin, di 2014an de 100 milyon dolarî veqetandiye.
Tê çaverêkirin ku Koenders, di çarçoveya ziyareta HKIyê de kampeke ku lê penaber dimînin jî ziyaret bike.