JÎNDO
Serokwezîrê Koreya Başûr Chung Hong-won ji ber qezaya ferîbotê ya ku tê de ji 300 kesî zêdetir mirov mirin û winda bûn îstifaya xwe pêşkeş kir.
Malbatên ku eqrebayên wan di qezaya ferîbotê de mirin, hikûmetê sûcdar dikin û dibêjin ku hîkûmet bi têra xwe hewl nedaye ku kesên mirine bên xilaskirin. Ji ber van sûcdarkirinan Chung Hong-won îstîfaya xwe pêşkeş kir.
Li Koreya Başûr birêvebirin di destê Serokê Dewletê Park Geûn-hye de ye, ji ber vê jî îstifaya Serokwezîr sembolîk tê qebûlkirin.
Berdevkê Serokê Dewletê Mîn Kyung-wook daxuyand ku serok Geûn-hye dê îstifayê binirxîne û dê wisa biryar bide.
Serokwezîr Chung hefteya borî çibû ziyareta girava ku nêzîkî li cihê ferîbotê qeza kiribû. Li wir eqrebayên kesên ku di qezayê de mirine rêya wî birîbûn û pirs ji wî kiribûn.
Li Koreya Başûr ferîbota ku ji rêwiyên wê gelek xwendekar bûn di 16ê nîsanê de binav bibû. Laşê 187 kesan hatibû dîtin, lê 115 kes hîn nehatine dîtin. Ji Qezayê 22 murettebat, 174 kes xilas bibûn.