HELEB
Li Sûriyeyê hêzên girêdayî artêşa rejîmê bi çekên giran êrîş birin li ser muxalifan. Di encama operasyonan de 9 jê zarok 6 jê jin, bi tevahî 66 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) hêzên Esed him ji hewayê him jî ji bejayê ve êrîş bir li ser herêmên lê muxalif dijîn û di encamê de li Helebê 30 kes, li Îdlibê 13 kes, li paytext Şamê 13 kes, li Hamayê 4 kes, li Dêrayê 3 kes, li Xûmûsê 2 kes û li Lazkiyeyê kesek, bi tevahî 66 kes mirin.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê herêma Şeyh Nacar a li Helebê bi dest xist.