Şilan Turp
19 Tebax 2024•Rojanekirin: 20 Tebax 2024
Serokê Amerîkayê Joe Biden îdia kir, li Xezeya ku êrîşên Îsraîlê didomin, agirbest "hê jî mumkin" e.
Serokê Amerîkayê Biden piştî çûyîna Wezîrê Karên Derva Antony Blinken a bo Îsraîlê ya seba gotûbêjkirina pêvajoya agirbesta li Xezeyê, daxuyanî da rojnamegeran.
Biden destnîşan kir ku hevdîtinên biwarê rewşa li Xezeyê berdewam in û wiha got, "Em nabêjin bes e. (Li Xezeyê agirbest) hê jî mumkin e."
Di navbera Îsraîl û Hemasê da ji bo pevguherîna dîlan û agirbesta li Xeta Xezeyê li paytextê Qeterê Dohayê di 15-16ê Tebaxê da mizakere hatibûn kirin.
Di mizakereyên li Dohayê da yên hatibû ragihandin baş derbas bûn, heyetên bi serokatiya Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurehman Al Sanî, Dîrektorê Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê Bill Burns, Serokê Îstixbarata Misrê Ebas Kamil û Dîrektorê Servîsa Îstixbarata Derva ya Îsraîlê Mossadê David Barnea beşdar bûbûn.
Her wiha hatibû ragihandin, aliyên peywendîdar dê hefteya din li paytextê Misrê Qahireyê mizakereyên agirbestê bidomînin.