Tuğçenur Akgün
08 Adar 2023•Rojanekirin: 08 Adar 2023
Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron der barê alîkariyên ji bo Ukraynayê tên kirin û hevkariya Hind-Pasîfîkê da axivîn.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Bîden û Macron bi telefonê axivîn.
Hat daxuyandin Bîden û Macron biryar dan ku alîkariya ji bo Ukraynayê dewam bike û Rûsya jî ji ber êrîşkariya xwe divê berdêlê bide.
Ji bilî vê hat gotin herdu serok der barê alîkariyên ji bo Ukraynayê tên kirin, hevkariya Hind-Pasîfîkê û tevgerên Çînê yên dijî pergala navneteweyî tevdigere da jî axivîn.
Hat gotin ji bo vejena paqij jî bilez bikeve rewacê serokan behsa hevkariyê kir.