Haydar Şahin
08 Adar 2023•Rojanekirin: 08 Adar 2023
Hat ragihandin ku li hin bajarên Gulistan û Kohgîluye-Bûyer Ehmeda eyaletên Îranê ji ber îhtimala jehrî bûne bi dehan xwendekar rakirine nexweşxaneyê.
Li gor Ajansa Nûçeyan ya Xwendekarên Îranî (ISNA) li eyaletên Gulistan û Kohgîluye-Bûyer Ehmedê hin xwendekarên din jî jehrî bûne ku 3 meh e taybetî li dibistanên keçikan xwendekar jehrî dibin.
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tipê ya Kohgîluye-Bûyer Ehmedê Dr. Mehmûd Şehame diyar kir li 3 dibistanên li navçeyên Yasuc û Geçsaranê 43 xwendekar jehrî bûne.
Mehmûd Şehamet destnîşan kir li eyaletê di 3 rojên dawîn da 280 xwendekar ji ber semptomên jehrîbûnê rakirine nexweşxaneyê û got ku xwedekarên baş bûne şandine malê û 7 xwendekar jî hê tên dermankirin.
Serokê Rêvebiriya Rewşa Acîl ya Tibî ya Gulistanê Mihemmed Cewad Mokessemî diyar kir li 4 bajarên eyaletê mamoste jî di navê da gelek xwendekar ji ber îhtimala hejrîbûnê rakirine nexweşxaneyê.
Mihemmed Cewad Mokessemî destnîşan kir kesên ku nexweş ketibûn piştî dermankirinê şandine malê.
- Li dibistanên li Îranê bûyerên jehrîbûnê
Li Îranê ji 30yê Mijdara 2022yan vir da taybetî li dibistanên keçikan xwendekar jehrî dibin. Xwendekaran ji ber semptomên jehrîbûnê radikin nexweşxaneyê.