Elif Orhan
27 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
BEXDA
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ziyareteke surprîz hat Iraqê.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê di daxuyaniya xwe ya ku ji ser hesaba xwe ya çapemeniya civakî da de diyar kir ku Trump bi xanima xwe Melanîayê re di şeva Noelê de ji bo ku ji ber xizmet û serkeftinên wan spasiyên xwe ragihîne û Cejna wan a Noelê pîroz bike hat Iraqê.
Li gor nûçeya APyê Trump got ku "Plana ji Iraqê paşvekişîna eskerên Amerîkayê tune."