Ahmet Aydın
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
BRUKSEL
Piştî ku dadgeha Spanyayê derbarê siyasetmedarên cihêxwaz ku di nava wan de Serokê berê yê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puîgdemont jî heye, pêvajoya qanûnî da destpêkirin, parêzerê Puîgdemont daxwaz kir ku miwekilê wî li Belcîkayê îfadeyê bide.
Paul Bekaertê parêzerê Puîgdemont ku Belcîkayî ye di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de got, "Wê Puîgdemont neçe Madrîdê. Min daxwaz kir ku li Belcîkayê îfadeyê bide. Li gorî qanûnên Belcîkayê ev tişt mumkin e."
Bekeart destnîşan kir ku halêhazir derbarê Puîgdemont de biryara girtinê tune ye.