Ruslan Rehimov
12 Tebax 2024•Rojanekirin: 13 Tebax 2024
Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas wê sibê li Rûsyayê bicivin.
Di daxuyaniya Kremlînê da hat diyarkirin ku Ebas wê bi awayekî fermî serdana Rûsyayê bike û sibê Putîn û Ebas wê bên bal hev.
Hat diyarkirin ku Putîn û Ebas wê der barê têkiliyên Rûsya û Filîstînê, pevçûna di navbera Filistîn û Îsraîlê da, trajediya însanî ya li Xezeyê û rewşa li Rojhilata Navîn da biaxivin.