Türkan Tosun
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
GOYANG/ANKARA
Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-în wê hevdîtineke dîrokî bikin. Ji bo vê hevdîtinê Serokê Koreya Bakur Jong-un wê ji sînorê agirbestê ya di navbera herdu welatan de bimeşe ku derbasî Başûr bibe.
Li gor nûçeya ajansa Koreya Başûr Yonhapê Sekreterê Giştî yê Serokê Koreya Başûr Im Jong-seok hûrgiliyên bernameya hevdîtina Kîm û Moon ji çapemeniyê re got.
Im got herdu serok wê zêdetir li ser têkiliya di navbera herdu welatan û bêçekbûna nukleer biaxivin û hevdîtina wan wê di saet 09.30an de li gundê Panmunjomê çêbibe.
Ji Şerê Koreyê ya di navbera 1950-1953an vir ve tu serokekî Koreya Bakur derbasî axên Koreya Başûr nebûye. Im got Kîm wê bibe yekem serokê Koreya Bakur ê ku ji sînorê agirbestê derbasî Koreya Başûr bûye.
Im anî ziman herdu serok wê li ser sînor heta Mala Aştiyê bimeşin, silavê bidin eskeran û li wir wê sohbetê bikin. Paşê di saet 10.30an de wê dest bi hevdîtina fermî bikin.
- Dara Aştiyê
Piştî hevdîtinan Kîm û Moon wê nanê nîvro bixwin, dareke aştiyê biçikînin û axa herdu welatan bavêjin bin koka darê. Abîdeyeke li ser "Em aştiyê û refahê li vir diçikînin" nivîsandî wê daynin wê derê.
Herdu serok wê encama civînê bi çapemeniyeke hevpar ve bigihînin raya giştî.
Di navbera herdu welatan de hê şer heye. Piştî ceribandinên fuzeyan û yên nukleerê yên Koreya Bakur rageşî zêdetir bûbû. Di meha sibatê de Olîmpiyatên zivistanê bûbû wesîle ku hewldanên aştiyê çêbibin. Ji Koreya Bakur 22 werzişvan beşdarî olîmpiyatê bûbûn. Werzişvanên herdu welatan bi hev ra di bin heman alayê de meşiyabûn. Kim Yo-jonga xwîşka Serokê Koreya Bakur bi heyeta xwe ra çûbû ziyareta Başûr.
Piştî olimpiyatan biryar hatibû dayîn ku di 27ê nîsanê de serokê herdu welatan hevdîtinê bikin.
Piştî hevdîtina Kîm û Moon tê texmînkirin ewê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî hevdîtinê bikin.