Emre Gürkan Abay
30 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2022
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn sersala Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Di daxuyaniya Kremlînê da hat diyarkirin ku Putîn bi minasebeta sersalê ji Erdogan ra peyam şand.
Putîn destnîşan kir digel saleke dijwar pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê çalak derbas bûne.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn di peyama xwe da diyar kir di serî da Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê û navenda xaza siruştî ya tê plankirin li Tirkiyeyê bê avakirin, projeyên mezin yên der barê vejenê da didomin û got ku em hêvî dikin herdu dewlet bi hev ra hereket bikin û ji bo zeximkirina ewlehî û îstiqrara Avrasyayê hevkariya Tirk û Rûsan hê jî mezin bikin.