Fatih Gazioğlu
09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
PARÎS
Serokên dinyayê wê di çarçoveya salvegera xilasbûna Şerê Dinyayê ya Yekemîn a 100emîn da wê li Parîsê bicivin.
Li gor agahiyê, di çarçoveya ji 70ê zêdetir serokên dewlet û hikûmetên dinyayê wê li Parîsê beşdarî çalakiyên bibîranîna "Roja Agirbersta Şerê Dinyayê ya Yekemîn" bibin..
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî wê beşdariya çalakiya bikin.
Serokên dewletan piştî çalakiyan wê li Qesra Elyseeyê beşdarî firavîna ku ji hêla Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron va wê bê dayîn, bibin.
Serok piştî merasîman wê beşdarî Korbenda Aştiyê ya Parîsê jî bibin. Korbend roja yekşemê dest pê dike û wê 3 rojan dewam bike.
Axaftina korbendê ya ewil Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wê bike.