Li ser talîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Emîr Akçekayayê 5 salî ku di çavê wî yê rastê de ûr heye bo tedawiyê anîn Enqereyê.
Emîr Akçekayayê ji Îzmirê li Nexweşxaneya Onkolijiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê girtin bin tedawiyê û aşpêjên Kulliyeya Serokomariyê jê re xwarinê çêdikin.
Ji bo tedawiya zarokê 5 salî yê ku di çavê wî yê rastê de ûr heye Serokomar Erdogan talîmat da û Berpirsyarê Karên Taybet ên Serokomar Balyoz Dr. Hasan Dogan bi xwe bi meseleyê re eleqedar bû.
Di koordînasyona Hasan Dogan de Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatî dest bi xebatê kirin û bi destûra taybet a ku ji Wezareta Dadê hildan ve bavê Emir ê ku di girtîgehê de bû derxistin û anîn Enqereyê.
Ji hêla din ve psîkologên pispor ên ku hatin wezifedarkirin jî bi Emir û malbata wî re eleqedar bûn û piştgirî dan.
Serokomariyê di seranserê tedawiya Emir de ji bo razan û mayînê cih tehsîs kir û welatiyên xwedan xêr jî mesrefa tedawî, çûn û hatina malbatê hildan ser xwe.
Li ser daxwaza Emir jê re pêlîstokên ku deng jê dertê hatin kirîn û xwarina wî jî ji hêla aşpêjên taybet ên Serokomar Erdogan ve li Kulliyeya Serokomariyê hat amadekirin.
Wezifedarên Serokomariyê her roj Emir ziyaret dikin û ji malbata Akçekaya re jî alîkarî hat kirin.
Dewlet ji bo ku Emîr bê tedawîkirin û bi dilxweşî bijî jî gelek derfet pêşkeş kir û seferber bû.