Elif Orhan
01 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
HEWLÊR
Servîsa Nûçeyên Kurdî ya ku Anadolu Agencyê di çarçoveya Vîzyona Sala 100emîn de di 1ê îlona 2013an de li Hewlêr û Enqereyê da destpêkirin ket sala xwe ya 4emîn.
Servîsa Nûçeyên Kurdî ya AAyê bi zaravayên kurmancî û soranî weşanê dike, servîs bi nûçegihaniya xwe ya serkeftî bû çavkaniya bingehîn a nûçeyan a saziyên çapemeniyê yên ku li Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê weşana kurdî dikin.
AAya ku geşedanên girîng ên li Tirkiye û dinyayê bi wêne û dîmen bi awayekî pêbawer, bêteref, etîk û lezgîn pêşkêşî aboneyên xwe dike, di rêya pêşketina zimanê nûçeyan a kurdî de jî pêvajoyeke girîng da destpêkirin. Li herêma ku ajansake fermî ya Herêma Kurdistanê tune AA bû wesîle ku çanda ajansê û nûçegihaniyê bi cî bibe.
Anadolu Agencyê bi nûçegihaniya xwe ya kurdî di heman demê de bû wesîle ku gelê herêmê der heqê Tirkiyeyê de ji çavkaniya herî pêbawer agahiyan bi dest bixe. Bi vî awayî rê li ber hat girtin ku çapemeniya alîgirê PKKya rêxistina terorê ya dixwaze ku dijî Tirkiyeyê nêrînên xelet derxîne holê, agahiyên xelet bide gel.
Çapemeniya herêmê bi destpêka weşana kurdî AA tercîh kir. Saziyên çapemeniyê yên serkêş ên li Tirkiyeyê û Herêma Kurdistana Iraqê bûn aboneyê AAyê.
Anadolu Agency di rewşa berdest de di çarçoveya vîzyona sala 100emîn de li gel tirkî, bi îngilizî, erebî, BHS (boşnakî, hirwadî, sirbî), arnawudî, rûsî, kurmancî, soranî, fransî, farisî û makedonî bi 11 zimanan weşanê dike.