02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) li ser bernameyên xwe yên mobîl ên ku di platformên Androîd û iOSê da cih digirin piştî farisî û rûsî alternatîfa kurmancî, soranî, ernawidî, makedonî û boşnakî jî lê zêde kir.
Nûçeyên AAyê bi bernameyên iOS û Androîd ên ku di têlefonên mobîl û tabletan da tên şopandin êdî wê bi zimanê tirkî, ingilîzî, erebî, farisî, fransî, rûsî, kurmancî, soranî, ernawidî, makedonî û boşnakî xizmetê bide şopînerên xwe.
Bikarhênerên ku bernameya mobîlê ya AAyê daxin têlefonên mobîl û tabletan wê nûçeyan bi tirkî, ingilîzî, erebî, farisî, fransî, rûsî, kurmancî, soranî, ernawidî, makedonî û boşnakî teqîb bikin.
Bikarhêner dikarin vê bernameyê ji Google Play û Apple Storeyê daxin.
Midûriyeta Ar-Geyê ya AAyê piştî bernameya Androîd û iOSê ya li ser têlefon û tabletan, bernameya Windows Phoneyê jî kir xizmetê û di bernameyê da derfeta bikaranîna zimanên cuda heye.
• Sepandina iPhoneyê
• Sepandina iPadê
• Sepandina Androidê
• Sepandina Windowsê