29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de, ji aliyê Fermandariya Hêzên Hewayê ve, 4 sitargehên DEAŞa rêxistina terorê yên li bakurê Sûriyeyê hatin îmhekirin, ÎHAya biçek li du wesayitan xist. Di herekatê de 11 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, operasyona ku di 24ê tebaxê de dan destpêkirin dewam dike.
Di roja 98emîn a herekatê de, balafirên girêdayî Fermandariya Hêzên Hewayê, êrîş bir ser hedefên DEAŞê yên li herêma Baratah, Dana û Zarzûrê.
Balafirên şer li 4 sitargehên DEAŞê xist, wesayitên bêmirov ên biçek du wesayitên DEAŞê îmhe kirin. Di encama her du herekatan de 11 mensûbên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin.
- Beriya ku şehîd bibe peyamek girt
Ji hêla din hat tespîtkirin ku Astsubayê Pispor Halît Topuzê ku di pevçûnê de birîndar bûbû û ew anîbûn Gazîentabê lê ew li wir şehîd ketibû, beriya ku şehîd bibe bi telefonê peyameke bideng girtiye.
Hat ragihandin ku şefê birayê wî yê ku polês e ji wî re peyamek şandiye û wiha gotiye: "Birayê min, îtaata Ulul emr ferz e. Ulul emr ji te re gotiye 'here li wir" û tu jî çûyî. Tu çawa ku nimêj ferz e dikî, wî ferzê jî dikî. Ji bir neke ku di cihadê de yî, nehêle şeytan nêta te xirab bike. Xwedê mihefeza bike, di qedera kê de çi heye nayê zanîn. Heke şeytan nêta te xirab bike tu yê aciz bibî. Hûn cihadê dikin, qîmeta kesên ku wek te niha cihadê dikin niha na, wê 50 sal şûn de bê fêmkirin. Xwedê muwefeq bike."