Haydar Şahin
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
NEW YORK
Stanbucksa zincîra qehweyê ya navneteweyî ya li Amerîkayê diyar kir ku ew ê ji bo pewerdeya "pêşdaraza nijadperestiyê" di 29ê gulanê da 8 hezar dikanên xwe yên li welêt piştî nîvro piştî bigre.
Di daxuyaniya Starbucksê da hat destnîşankirin ku ew ê "li mixazeyan perwerdeya pêşîlêbirîna pêşdaraza nijadperestiyê" bidin.
Ji 175 hezarî zêdetir xebetkarê tevlî perwerdeyê bibin
Li gor daxuyaniyê ji 175 hezarî zêdetir xebetkarên saziyê ew ê tevlî perwerdeyê bibin.
Di mixazeyê da 2 çermreşên ji Amerîkayê hatibûn girtin.
Pêncşema çûyî li Philadelphiaya bajarê Amerîkayê 2 çermreşên ji Amerîkayê di dikana Starbucksê da bi îdiaya "ketina bêdestûr" hatibûn girtin. Piştî bûyerê li pêşiya dikanê protesto hatibûn kirin û di medyaya civakî da bertekên mezin nîşanî bûyerê dabûn.