Fatih Gazioğlu
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê hevdîtina wî ya bi Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur de got ku ew bona dîtina wî gelekî "bêsebr e." Trump der barê hevdîtina ku wê meha hezîranê bê kirin got ku ciyê hevdîtina wî ya bi Kîm re hê ne diyar e.
Trump bi Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe re li Florîdayê li qesra Mara Lagoyê hat bal hev. Trump piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê hevdîtina xwe û Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur de daxuyaniyek da.
Trump got ku ew ê bi Kîm Jong-un re serê meha hezîranê bên bal hev lê der barê ciyê hevdîtina wan de hê biryar nedane. Trump diyar kir ku ji bo ciyê hevdîtinê 5 îhtimal hene û wiha axivî: "Ez bona dîtina Kîm Jong-un gelekî bêsebr im."
Trump ji bo nûçeyên ku dibêjin rakêşiya di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de wê biqedin jî wiha got: "Ez piştgiriyê didim vê, daxwaza min jî ew e."
Abeyê Serokwezîrê Japonyayê jî got ku ew ê li ser mijara Koreya Bakur bisekinin û wiha axivî: "Ez hêvîdar im ku bona menfeate Koreya Bakur, Amerîkayê û Japonyayê di van mijaran de em ê bi dil û can biaxivin û nirxandinan bikin."
Abeyê Serokwezîrê Japonyayê heta pencşemê wê li Amerîkayê be.