Nihat Kavşut
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
NEW YORK
Starbucksa qehwefiroş ya şirketa DYAyê ku navneteweyî ye ragihand sala were wê şaxa xwe ya bi navê Teavanayê bigire û 3 hezar û 300 kesên di vê şaxê da dixebitin jî ji kar derxe.
Li gor daxuyaniya ji Starbucksê hat dayîn şirket wê çayxaneya xwe ya bi navê Teavanayê ya di sala 2012an da kirîbû sala were wê 379 şaxên çayxaneyê bigire û 3 hezar û 300 kesên di di çayxaneyê da dixebitin jî ji kar derxe.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin îhtimal heye 3 hezar û 300 kesên bêkar dimînin di bin banê Starbucksê da cardin bên bicîkirin.
Li gor daxuyaniyê şirket di 5 salên pêş da 68 hezar jê li DYAyê li tevahiya dinyayê dixwaze 240 hezar kesî hilde kar.
Starbucksê di dawiya sala 2012an da şirketa Teavanayê bi 620 milyon dolarî kirîbû.
- Bazara Çînê
Wek mayîn li gor daxuyaniya Starbucksê şirketê li Çînê jî ji sedî 50yê para xwe ya di şirketa East China JVyê da bi 1,3 milyar dolarî bikire û bi vî awayî Starbucksê li Çînê qederê hezar û 300 şaxên xwe bi temamî îdare bike.
Li gor daxuyaniya Kevîn Johnsonê Rêvebirê Payebilind û Serokê Starbucksê şirket dixwaze heta sala 2021an li Çînê ji 5 hezarî zêdetir şaxên wan vebin.
Li tevahiya dinyayê şaxên Starbucksê ji 25 hezarî zêdetir in.