Nihat Kavşut
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
ÎSLAMABAD
Dadgeha Destûra Bingehîn a Pakistanê bi hinceta hin ferdên malbatê li gor belgeyên Panamayê tevlî îdiayên gendeliyê bûne biryar da Nawaz Şerîfê Serokwezîrê Pakistanê ji wezîfeyê bê dûrxistin.
Ejaz Afzal Xanê Hakimê Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir heyeta hakiman a ji 5 kesan pêk tê bi yekdengî biryar dane Şerîf ji wezîfeyê bê dûrxistin.
Xan destnîşan kir Mûhemmed Îshaq Darê Wezîrê Darayiyê jî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Ejaz Afzal Xan destnîşan kir Serokwezîrê Pakistanê li hember parlamento û dadgehê rast û durust tevnegeriyaye û got êdî Şerîf layiqî meqamê serokwezîriyê nîne û li gor biryara dadgehê Şerîf heta sax be ji siyasetê hatiye dûrxistin.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar dabû ku Komîsyona Lêkolînkirina Hevbeş a ji bo îdiayên gendeliyê yên der barê hin ferdên malbata Şerîf da lêkolîn bike bê avakirin.
Komîsyonê belgeyên kom kirine wê di nav 6 hefteyan da bişîne dadgeha gendeliyê.
Wek mayîn hat destnîşankirin Dadgeha Destûra Bingehîn wê li dadgeha gendeliyê der barê Serokwezîr Şerîf, zarokên wî Meryem, Hesen, Huseyîn Şerîf û Mûhemmed Safdarê parlamenter da dozê veke.
Li gor Dadgeha Destûra Bingehîn divê dadgeha gendeliyê biryara xwe di nav 30 rojan da eşkere bike.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Pakistanê ji bo îdiayên gendeliyê yên di belgeyên Panamayê û malbata Şerîf da biryar dabû komîsyonek bê avakirin.
Komîsyona Lêkolînkirina Hevbeş ya nûnerên 2 serwîsên îstixbaratê yên Pakistanê jî di nav da ne pêşiyê îfadeya 2 kurên Şerîf, birayek û 2 hevalên wî yên kar hildabûn. Li gor rapora Komîsyona Lêkolînkirina Hevbeş "di navbera mal û milk û çavkaniyên wan da ferqeke mezin heye."