30 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Parastinê yê Emrîkayê James Mattis diyar kir, li dijî DEAŞê stratejiya nû ya Emrîkayê midaxaleya lez û beztir û xurttir e ku DEAŞê bi temamî berteref bike.
Wezîrê Parastinê Matt,s mulaqat da televizyona CBSê ya Emrîkayê û got ku heta niha wan taktîkên cuda disepand ku milîtanên rêxistinê yên li Iraq û Sûriyeyê ji qewet bikevin, lê piştî vî qasî wê li herêmekê dora rêxistinê were girtin da ku bi temamî werin qirkirin.
Mattis got, "Mebesta me ew e ku şervanên biyanî ji pevçûnan nerevin û venegerin Efrîqaya Bakur, Ewropa, Asya û Efrîqayê."
Mattis diyar kir, DEAŞ ji bo hemû welatên şaristanî tehdît e û wiha dewam kir: "Stratejiya me ya nû ew e ku li dijî DEAŞê midaxale bi leztir û xurttir were kirin da ku DEAŞ bi temamî were berterefkirin."