Ferizat Kaya
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
PEKÎN
Li Çînê gel cejna "Duanvu" (Qeyika Ejderha) ya li welêt yek ji cejnên herî girîng e pîroz dikin.
Bi taybetî li başûrê Çînê bi kelekên bi sûretên ejderha tên xemilandin, pêşbazî tên kirin û li welêt ji bo cejnê betlaneya fermî tê îlankirin.
Duanvu piştî cejna biharê û Congçiuyê (cejna kadeya hîv), cejna kevneşopî ya herî girîng e. Çînî di cejnê de kadeyên birincê yên ku di nav pelên qamîşê "Zongzi" de ne dixwin.
Herçiqas Duanvu wek cejn tê pîrozkirin jî, li ser çîroka helbestvanekî ku beriya Îsa di salên navbera 475-221an de di heyama şerê dewletan de ji bajêr hatiye sirgûnkirin ava bûye.
Helbestavanê ku ji bajêr hatiye derxistin diçe ber çemê Mi Luo û xwe davêje avê. Helbestvan di avê de dixeniqe. Welatî ji bo helbestvan ji avê derin bi qeyikan lê digerin lê wî nabînin.
Li gelek eyaletan welatî bi cil û bergên xwe yên herêmî cejnê pîroz kirin.