Sevim Hatun
27 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
CENEVRE
Wezareta Karên Derva ya Swîsreyê, li paytext Bernê, di mitînga "na"yê ya di nav de komên wekî PKK, DHKP-C û YPGyê ya Meydana Parlementoyê ya li ber avahiya Parlementoya Federal hat kirin de, vekirina pankarta ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hedef nîşan da, şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Jean-Marc Crevoîsîer ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku derbarê pankarta ku Erdogan hedef nîşan da da, ji aliyê meqamên dozgeriyê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Crevoîsîer wiha axivî: "Wezareta me ya Karên Derva vê çalakiyê şermezar kir. Ji bo mitîngê em dibêjin temam lê vekirina vê pankartê tiştekî baş nebû. Ji ber vê yekê em vê pankartê şermezar dikin."
-Mitîng li ser destûra fermî hatibû lidarxistin
Di mitîngê de piştgirî dabûn Partiya Sosyalîst a Swîsre û Partiya Keskan, herwiha di nav de komên wekî PKK, DHKP-C, YPG jî pankarta ku Serokomar Erdogan wekî hedef nîşan dida hatibû vekirin.
Mitîng li ser destûra fermî ya meqamên Swîsreyê dabû hatibû kirin, polêsan mudaxaleyî pankartê nekiribû.
Li Bêrna paytextê Swîsreyê, di mitînga 'na' yê ya ku alîgirên PKKê li dar xist da Serokkomar Erdogan weke hedef hatibû nîşandayîn. Di mitîngê da wêneyê Erdogan bi pankarta "Kill Erdogan (Erdogan bikuje)" hatibû bilindkirin. Pankarta ku li ser fona reş hatibû danîn, wêneyê Erdogan ku çek xistibûn serî û nivîsa "Erdogan bikuje" li serê bû.