09 Tebax 2016•Rojanekirin: 10 Tebax 2016
SILÊMANÎ
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Fermandarê Pêşmerge Mehmûd Sengawî îdia kir ku piştî DAEŞa rêxistina terorê ji holê hat rakirin şîî plana êrîşkirina kurdan dikin.
Sengawî di merasimeke vekirinê ya li bajarê Helebceyê axivî û got ku "Şîiyên ku em ji wan hez dikin niha plan dikin piştî ku DAEŞ ji holê hat rakirin dê çawa êrîşî me bikin."
Sengawî diyar kir ku milîsên şîî yên li Iraqê li herêmê gihaştin asteke gelekî xeter û wiha axivî: "Yek ji fermandarên rêxistina Xorasanê ya girêdayî şiiyan gote min ku ez ê serbilind bim ku piştî DAEŞê bi we re li Kerkûkê şer bikim û bimirim."
Piştî ku DAEŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an de Mûsila bajarê duyemîn a herî mezin a Iraqê û herêmên din bi dest xist li ser Ayetullah Elî Sistaniyê lêvegerê şiî yê li Iraqê fitû da û li ser vê yekê Heşda Şabiya ku ji milîsên şîî pêk tê hat avakirin.
Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) Rêxistina Mafên Mirovan û gelek rêxistinên navneteweyî yên din dabûn zanîn ku şîiyên navborî di operasyonên rizgarkirinê yên ku li Iraqê dewam dikin de dijî sivîlan gelek mafên mirovan bin pê kirine.