Sevim Hatun
09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
MOSKOVA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Divê ez vê bi eşkereyî û net îfade bikim, ji bo aşîtiya Sûriyeyê aktorê sereke û yê herî girîng Federasyona Rûsyayê ye. Li vê derê divê Rûsya û TIrkiye bi hev du ra gav biavêjin û em pirsgirêkê bi vî awayî çareser bikin."
Serokomar Erdogan li Saînt Petersburgê, berî hevdîtina ku wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra bike, hevpeyvîna hevpar da Tassa ajansa nûçeyan a Rûsyayê û Rossiya 24a televîzyona dewletê.
Serokomar der barê mijarên wê di hevdîtina bi Pûtîn ra bên rojevê da wiha axivî:
"Tabî di ser bûyera nexweş a daxistina balafirê da 8 meh derbas bûn. Di vê maweya 8 mehan da helbet gelek minasebetên me dewam kirin. Lê hûn jî pê dizanin di qada aboriyê da hedefa me 100 milyar dolar bû, lê ev neçû serî. Hin projeyên me yên mezintirîn di vê pêvajoyê da derengî ketin, mînak projeya Akkuyuyê. Niha helbet ew ê firsenda me çêbe ku em cardin li ser van mijaran bisekinin. Bawerim wê di têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê da rûpeleke nû vebibe."
-15ê tîrmehê teşebûsa derbeyê
Erdogan pêvajoya hewla derbeyê û piştî derbeyê nirxand, got: "Niha 240 şehîdên me hene, niha nêzî 2 hezar û 200î birîndarên me hene. Ji van birîndaran hinek di beşa nexweşên giran da ne hinek jî tedawiya wan dewam dike. Lê ya rast ev e ku evîna di dilê her yekî da cuda ye, di nav wan da nûciwanên 15, 16 salî hene. Û ciwan, jin, kal û pîr qet paş va nesekinîn."
Erdogan bibîrxist ku Pûtîn jî 2 roj piştî hewla derbeyê lê geriyaye û gotiye derbasî be û wiha dewam kir: "Piştî bûyerê Birêz Vladîmîr geriya, derbarê mijara hewla derbeyê da got em li hemberî derbeyê ne, di vê mijarê da em li pişta we ne."
-"Hemû Kurdên li welêt di bin banê partiyeke siyasî da nînin"
Serokomar Erdogan li ser pirsa derbarê meseleya Kurdan da bibîrxist ku hemû Kurdên li welêt di bin banê partiyeke siyasî da nînin û wiha dewam kir:
"Niha piraniya kurdan dengê xwe didin partiya ku damezrînerê we ez im. Niha di kabîneyê da wezîrên me yên Kurd hene. Tevgera siyasî ya ku îdia dike ew kurdan temsîl dikin, zirarê didine kurdan, kurdan dadixin kuçe û kolanan. Piştî pêvajoya çareseriyê 53 welatiyên me mirin. Ew ciwanên ku li wê derê mirin Kurd bûn. Mînak Yasîn Boruyê 15 salî, wî digirin ji qata 3yan a avahiyekê diavêijn."
Erdogan got ku li herêmê gelek şaredarî xwe wekî nûnerên Kurdan didin nasîn lê evana hemû ji rêxistina terorê çek û pere temîn dikin û wiha dewam kir:
"Mixabin evana li welatê me dibin sedema bûyerên terorê û em bibiryar in ku bi ser vana da herin. Em çawa koka Rêxistina Terorê ya Fetullahî diqelînin, em ê wisa bi ser wan de jî herin, evana bi FETOyê ra hereket dikin, emê koka wan jî biqelînin."
Erdogan got ku di têkoşîna dijî rêxistina terorê da pêdiviya wan bi alîkariya Rûsyayê heye û wiha got: "Wezîfeya ku dikeve ser milê me çi be, em jî amadene ku ji bo Rûsyayê bi cih bînin."