26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Cerablusa ku di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê de du meh berê ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin, ji bo Sûriyeyiyên ji bombardûmana Helebê revîn bû stargeheke ewle.
Di çarçoveya Mertalê Feratê da ku bi tevkariya Hêzên Çekdar ên Tirk û Hêzên Esmanî yên Koalîsyonê ve li bakurê Sûriyeyê dijî terorê dan destpêkirin, Cerablus ji DEAŞê hatibû paqijkirin. Vegera sûriyeyên li Tirkiye û Sûriyeyê ya herêmê dewam dike.
Li herêmê bi saya Herekata Mertalê Feratê derfeta ku însan li herêmê bijîn çêbû. Niştecihên herêmê yên ku wexta DEAŞ li herêmê bû newêribûn derbikevin derva, niha derdikevin derva û pêdiviyên xwe yên rojane bi cih tînin.
Piştî ku ji DEAŞê hat paqijkirin ji xeynî xelkê Cerablusê ji herêmên din ên Sûriyeyê jî welatî xwe dispêrin Cerablusê.
Di rojên dawîn da welatiyên ku ji ber bombarana li Helebê direvin tên Cerablusê û di çadir û konan da dimînin.
- "Em di konan da bimînin jî ji her derê ewletir e"
Fatma el-Ehmeda ku tevî mêr û 2 zarokên xwe ji Helebê revî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 20 roj ewil ji Helebê ji ber bombebarana balafiran koç kirine û xwe sipartine Cerablusê.
el-Ehmed destnîşan kir, piştî ku Cerablus ji DEAŞê hat safîkirin, bû cihekî ewle û wiha dewam kir: "Me her tiştê xwe li Helebê hîşt û xwe sipart vir. Em di çadirê da bijîn jî qet nebe ewle ye. Gelek pêdiviyên me hene. Şîr tuneye em bidin zarên xwe, em xwarinê nabînin. Em li benda alîkariyê ne."
Îbrahîm Evdillah jî got ku li Helebê pevçûnên dijwar hebûn û ew ji tirsa bi rojan ji malên xwe dernediketin.
Evdillah diyar kir, wî çawa ku firsend dît, jin zarên xwe hildan û bi rê ket û got ku Cerablus ji herêmên din pir çêtir e û derfet lê zêde ne. Evdillah wiha dewam kir: "Ez bi jina xwe û 4 zarokên xwe va ji Helebê hatim. Li wê derê jiyan pir dijwar e. Balafir her roj bombeyan direşînin. Em di şertên dijwar da hatin. Me bi malbatên din ra li vê derê kon veda."
Evdillah daxuyand ku gelek pêdiviyên wan hene û ji ber ku zivistan jî nêzîk bû, ew li benda alîkariyê ne.