Elif Orhan
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Pavêl Talabaniyê kurê Celal Talabaniyê Serokomarê berê yê ku demek kurt beriya niha mir li ofîsa xwe ya li Bexdayê qebûl kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa çapemeniyê ya Ebadî hat dayîn de hat gotin ku di hevdîtinê de lis er geşedanên siyasî û ewlehiyê, yekîtiya welêt, dayîna mehaneyên karmendên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û rêyên çareseriya pirsgirêkên din ên hatine rawestandin sekinîn.
Ebadî di hevdîtinê de yekîtiya Iraqê û parastina ewlehiya welatiyan destnîşan kir û got ku pêngavên ku rêvebiriya navendî diavêje ji berjewendiyên welatiyên li HKIyê re ye.
- 3 partiyên li HKiyê heyeta hevpar şandin Bexdayê
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Ebadî bi heyeta kurdan a ku ji hin partiyên li HKIyê pêk tê re jî hat bal hev.
Hat diyarkirin ku Ebadî bi "Koalîsyona ji bo Edalet û Komîsyonê" ya bi serokatiya Dr. Berhem Salih û Partiya Civaka Îslamî (Komel) û Tevgere Goran a li HKIyê di mixalefetê de ne re pêk tê re hevdîtin kir û da zanîn ku birêvebiriya navendî dê bi awayekî zelal û adil mehaneyên karmendên li HKIyê bide.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "heyeta kurdî ragihand ku piştgirê Iraqek tenê ne û dixwazin ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêya destûr bingehîn bên çareserkirin."
Di daxuyaniya ku ji heyeta hevpar a sê partiyan hat dayîn de hatibû diyarkirin ku Ebadî di hevdîtina li Bexdayê de soz da ku dê mehaneyên karmendên li HKIyê piştî lêkolîna berfireh a ku dê bê kirin bidin.
- Piştî referandûma nemeşrû ziyareta ewil a siyasî
Referandûma nemeşrû ya ku HKIyê di 25ê îlonê de kir di navbera Bexda û Hewlêrê de bibû sedema qeyrana siyasî.
Piştî referandûma nemeşrû ji Hewlêrê cara ewil heyeteke siyasî Bexdayê ziyaret dike.