Elif Orhan
05 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2018
KABUL
Hat ragihandin ku li Kabula paytextê Efxanistanê êrîşa xwekujiyê hat kirin, di êrîşê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên ewlehiyê diyar kirin ku êrîşkarî bombeya li ser xwe li herêma Banayiya Kabulê dema ku nêzî wesayîta polêsan bû teqand.
Hêj tu kesî berpirsyariya êrîşê hilnedaye ser xwe.