Önder Beyter, Elif Orhan
28 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Tankera bi navê "Elhiblu 1" ku alaya Palauyê pê va ye û li peravên Libyayê hat revandin, bi destê artêşa Maltayê hat kontrolkirin û murettebatên wê jî di ewlehiyê da ne û baş in.
Di daxuyaniya artêşa Maltayê da hat ragihandin, tankera ku li Behra Spî bi destê korsanên ku bota beza emilandin va hat revandin, ji korsanan hat standin. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku artêşê operasyon li dar xist û dest danî ser tankerê.
Tankera bi navê "Elhiblu 1" ku alaya Palauyê pê va ye û di 22yê adarê da ji Tuzlayê bi rê ket, duh ber êvarê li peravên Libyayê ji aliyê korsanan va hatibû revandin.
Eşkere bû, kaptanê tankera ku 52 metre dirêj e Tirk, 4 personelê wê Hind û yek jê jî ji Libyayê ye.
Hat ragihandin ku murettebatên di tankêra "Elhîblu 1" a bi laya Palauyê ya ku li Behra Spî li peravên Lîbyayê hat revandin da bûn di ewlehiyê da ne û baş in.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin murettebatên di tankêra "Elhîblu 1" a bi laya Palauyê ya ku duh li Behra Spî li peravên Lîbyayê hat revandin da bûn di ewlehiyê da ne û baş in.
Tankera bi navê "Elhiblu 1" ku alaya Palauyê pê va ye û di 22yê adarê da ji Tuzlayê bi rê ket, duh ber êvarê li peravên Libyayê ji aliyê korsanan va hatibû revandin. Eşkere bû, kaptanê tankera ku 52 metre dirêj e Tirk, 4 personelê wê Hind û yek jê jî ji Libyayê ye.