15 Sibat 2019•Rojanekirin: 16 Sibat 2019
EZEZ
YPG/PKKya rêxistina terorê ev 3 sal e Tel Rifata di navbera Efrîn û Ezezê da hildaye bin dagirkeriya xwe û nêzî 250 hezar şêniyên navçeyê jî li kampên ser sînorê Tirkiyeyê bo jiyînê hewl didin.
YPG/PKKyê di serê sala 2016an da ji Efrîna ku wê demê dagirkiribû berê xwe dabû Tel Rifatê û bi piştevaniya êrîşên hewayî yên Rûsyayê di navbera 9 û 16ê Sibata 2016an da jî navçe dagir kir.
Rêxistinê bi vê gavê dixwest wan herêmên li rojhilatê Çemê Feratê di bin dagirkirina xwe da ji alî rojava va bi Efrînê va girê bide. Bi vê armancê YPG/PKKyê wê ji ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê xeteke bêkêmasî ya di bin kontrola xwe ya ava bikira.
Lê ji ber ku navçeya Babê ya di navbera Tel Rifat û Minbicê da cih digire di nav sînorên herêma Hereketa Mertalê Feratê da dimîne, rêxistina terorê nikare xwe bigihîne Minbicê.
Nêzî 250 hezar Erebên sivîl ên ji navend û 42 gundên Tel Rifat a navçeya Helebê ku ji ber zordestiya YPG/PKKyê koç kirine ev sê sal e li Ezezê dijîn.
- Cihê em xwe bispêrinê bi tenê Tirkiye bû"
Amir Allîtoyê ji Tel Rifatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em ji mecbûrî hatin vê derê lewra cihê ku em bikaribin xwe bispêrinê bi tenê Tirkiye bû. Balafirên Ûris ji hewayê va û YPG/PKKyê jî ji bejayê va êrîş dikirin. Em ji mecbûrî li Tel Rifatê neman. Di nav gelek şert û mercên bi zehmet da em derketin. Sê sal derbas bû û êdî em dixwazin vegerin Tel Rifatê. Ew der gelek nêz e lê em nikarin herin wir. Em li wê derê rihet bûn lê YPG/PKKyê bi piştevaniya Rûsya û rejima Esed va cih û warê me dagir kir."
- "Ne hevalên me man û ne jî tiştekî din"
Yûsif Kuweysê hê 12 salî ye jî diyar kir ku jiyana li kampê û di nav konan da gelekî zehmet e û wiha pê da çû: "Ev sê sal e ku em li vê derê ne. Me ji mal û milkên me û dibistana me kirin. Li konan di nav toz, xubar û heriyê da jiyîn zehmet e. Tu sûcekî me tuneye û em zarok in. Hemû hevalên min koç kirin. Her yek çû deverekê, ne hevalên me man û ne jî tiştekî din."
Ji şêniyên Tel Rifatê Mihemed Ebû Wahîdê ku niha ew jî li konbajar dimîne got: "Navenda Tel Rifatê û 42 gundên wê niha di bin kontrola YPG/PKKyê da ye û wan bi darê zorê evqas sivîl dan koçkirin."
- AAyê dîmenên wir ji hewayê va kişandibû
Ekîba AAyê di 27ê Gulana 2018an da ji hewayê dîmenên navçeya ku 18 kîlometre ji sînorê Tirkiyeyê dûr e bi droneyê kişandibû. Di qeydan da wisa xuya dikir ku li çar aliyê navçeyê çalên kûr hatine vekolan.