Türkan Tosun
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 26 Sibat 2018
LONDRA
Polêsên Îngilîz ragihandin ku li herêma Hînckle Roada bajarê Leîcesterê di avahiyekê de teqînek çêbû û 4 kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya polêsên Îngilîz, bi saeta herêmî di saet 19.00an de li ser kolana Hînckle Roada bajarê Leicesterê di avahiyekê de teqîneke mezin çêbû û 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin di avahiyê de xebatên lêgerîn û xilaskirinê hê dewam dikin, ji ber vê kolana Hînckle û Carlîsleyê ji hatin û çûyînê re hat girtin.
Der barê sedema teqînê de agahî nehat dayîn û hat gotin di vê bûyerê de hê nîşaneyek tune ku ev bûyereke terorê ye an na.