05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ÎZMIR
Li nêzî Edliyeya Îzmirê teqîn çêbû gelek polês û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê bûn.
Piştî teqînê 2 terorîst hatin kuştin, ji bo qefaltina terorîstekî jî xebat dewam dikin.
Li gor agahiya ku hat hildan, li nêzî Edliyeya Îzmirê teqîn çêbû. Piştî teqînê dengê guleyan hat bihîstin.
Piştî teqînê gelek polês û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê bûn.
Polêsan kêleka newala Salhaneyê ya Bûlwara Manasê lêkolîn kir û rê girt. Polês ketin û derketinê kontrol dike. Polês li kesekî ku montekî reş lê ye, kumekî spî serî ye û bejna wî 1,65-170 mêtre ye, digere.
Hat gotin ku li nêzî cihê ku teqîn lê çêbû pakêteke din jî heye.
Li herêmê operasyoneke berfireh dest pê kir.