Elif Orhan
03 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
HATAY
Nêzî Cînderesa li çolwarê Efrînê terorîstên YPG/PKKyî bi tankşikênê êrîşê kamyoneta ku tê de sivîl hebûn û hewl didan ku xwe bispêrin herêma ewledar kirin. Eskerên Tirk 3 zarok û jina ku di encama êrîşê de birîndar bûn xilas kirin û ew anîn Tirkiyeyê.
Malbata Hamo ya ku gundekî nêzî Cînderesa li rojavayê Efrînê dijî dît ku terorîst li dora gundê wan mayînan bi cî dikin.
Malbatê li ser vê yekê xwest ku bi hin xizmên xwe re xwe bispêre gundên ewledar ên ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ji terorê paqij kirin, dema ku malbat bi wesayîtan ber bi sînorê Tirkiyeyê ve diçû terorîstan bi tankşikênê êrîşê wan kir.
Guleyan îsabetî kamyoneta ku tê de zarok û salmezin hebûn kir û di encama êrîşê de 2 sivîl mirin, zarok jî di nav de hin sivîl birîndar bûn.
Sivîl gelekî tirsiyan û eskerên Tirk ên ku li herêmê operasyonên xwe didomînin çûn hewara wan. Eskeran piştî ku ewlehiya hawirdor pêk anîn sivîl birin herêma ewledar û jinik û 3 zarokên ku birîndar bibûn û dayika zarokan anîn Hatayê.
Meryema 3 salî, Esraya 7 salî û Zeyneba 13 salî û Hatîce Hamoya 30 salî yên ku birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê.
- "Terorîstan li dora gundê me mayîn bi cî kirin"
Ayşe Hamoya ku bi 3 zarok û xwîşka xwe ya ku di êrîşê de birîndar bûn re hat Tirkiyeyê daxuyaniyek da û qal kir ku bi malbata xwe re li Cînderesê dijîn, ji ber tehdeya YPG/PKK-DEAŞê reviyan gundê nêzî wir.
Hamoyê diyar kir ku demekî wir jiiyan û got ku "Me dît ku terorîst li dora gundê me mayînan bi cî dikin. Li ser vê yekê me hewl da ku em ji gund birevin lê êrîşê kamyoneta ku em bi zar û zêç lê siwar bibûn kirin. Di wesayîtê de mirî û birîndar çêbûn. 10 zarokên min hene 3 jê birîndar bûn û eskerên Tirk em anîn nexweşxaneyê. 7 zarokên min ên din li gundekî sînor man. Xwedê eskerên Tirk bi ser bixe. Bila me ji vê zilm û qirêjiyê paqij bike. Ez û zarokên min bela vela bûn. Em hemû birîndar bûn. Hemû mirov di bin zilmê de ne."
Zeynep Hamoya 13 salî ya ku tê dermankirinê jî got ku wesayîta ji bo ku birevin lê siwar bûn xira bû û sekinî.
Hamoyê diyar kir ku vê navberê de dest bi dehfdana wesayîtê kirin û wiha axivî: "Wê demê roketê li wesayîtê xist. Me dît ku jineke pîr mir. Xwîşka min ji serê xwe ez jî ji milê xwe birîndar bûm. Eskerên Tirk hatin û me derbasî gund kirin. Pişt re jî em anîn vir nexweşxaneyê."