Dmitri Chirciu
05 Îlon 2023•Rojanekirin: 06 Îlon 2023
Serokomarê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn belgefîlma ku behsa Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dike pêşkêşî wî kir.
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ji ajansa nûçeyan ya Ûris TASSê ra daxuyand ku Putîn li Soçiya bajarê Rûsyayê belgefîlma ku behsa Serokomar Erdogan dike pêşkêşî wî kir.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan yê TASSê û Rojnamevan Mîhaîl Gusman belgefîlm çêkir.
Produksiyona belgefîlma bi navê "Formula Vlastî (Fomula Desthilatiyê) ji hêla TASS û televizyona Rossiya 24ê va hat amadekirin.
Gusmanê beriya niha 4 caran bi Erdogan ra hevpeyvîn kiriye di vê belgefîlmê da ji zaroktiyê bigire heta niha behsa jiyana wî dike.
Di belgefîlmê da serkeftina Erdogan ya di siyasetê da, xizmetên ku heta niha kirine bi hevpeyvînan tê behskirin.
Belgefîlma ku di televizyona Rossiya 24ê da hatibû weşandin di meha hezîranê da li Balyozxaneya Moskovayê ya Tirkiyeyê hatibû nîşandan.
Gusman daxuyandibû ku Erdogan siyasetmedarekî mezin e û wiha axivîbû: "Tirkiye ji ber ku serokekî wan ê wiha heye welatekî dilşad e. Ew ne tenê siyasetmedarekî mezin, şexsiyetekî girîng û xwedî karîzma ye jî. Ji dinyaya nûjen gelekî baş fêm dike, siyasetmedarekî analîzkar yê ku xwedî fikreke stratejîk e. Îro wek lîder rola Erdogan ne bi tenê li Tirkiyeyê, li dinyayê jî gelekî girîng e."