Muhammet Kurşun
17 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
BEXDA
Li paytextê Iraqê Bexdayê nimayîşa cil û bergan bi navê "Baghdad Fashion Show" birêve çû.
Nimayîşa ku li Otêla Babilyon hat lidarxistin cil û bergên modelîstê navdar ê iraqî Sînan Kamil tê de hatin rapêşkirin.
Sînan Kamil ji bo peyamnêrê AAyê der barê nimayîşê de agahî da û diyar kir ku 3emîn car e ev organîzasyon tê amadekirin.
Modelîstê iraqî anî ziman ku ew dixwazin Bexda bi huner û aştiyê were bibîranîn ne ku bi şer û kuştinê.
Kamil wiha axivî:
"Iraq xwedî çandeke tarîxî ye. Em dixwazin hunera modayê careke din zindî bikin. Em dibînin ku Bexda ji şer westiyaye. Bêriya hunerê kiriye."
Di nimayîşê de cil û bergên aîdî Iraq û Rojhilata Navîn hatin pêşkêşkirin.
Di nimayîşê de dîplomat û balyozên welatan jî cih girtin.