Önder Beyter
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ESSEN
Serokomarê berê yê Tûnisê Munsif el-Merzûqî wiha got, "Tirkiye bi serkeftinên xwe yên di warê aborî, siyasî û eskerî va bûye rûmeta hemû welatên Îslamê."
Merzûqî li bajarê Essen ê Almanyayê wekî mêvanê rûmetê beşdarî roja "UniDay" a ku teşkilata Nirîna Neteweyî ya Civaka Îslamî (IGMG) li dar xist bû û piştî çalakiyê daxuyanî da peyamnêrê AAyê.
Merzûqî ji ber piştgiriya ku dide Tûnisê, sipasiya Tirkiyeyê û ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got, "Ez dubare sipasiya wan dikim ku 3 milyon xelkê Sûriyeyê wekî mêvan li welatê xwe disitirînin."
Merzûqiyê ku di heman demê da parêzvanê mafên mirovan e jî axaftina xwe wiha domand, "Ez li ber çavê dinyayê sipasiya Tirkiyeyê dikim ku serê me bilind kiriye. Tirkiye bi serkeftinên xwe yên di warê aborî, siyasî û eskerî va bûye rûmeta hemû welatên Îslamê."
- "Mucizeya Tirkiyeyê"
Merzûqî qala bûyerên dawîn ên ku li Tirkiyeyê diqewimin jî kir û wiha dewam kir:
"Geşedanên li Tirkiyeyê ez wekî mucizeya Tirkiyeyê dibînim. Dubareya vê mucizeyê mumkin e. Ew, hikûmeteke neteweyî ne û herwiha rêveberiyek e ku ji însanên muxlis yên ku seba welatê xwe dixebitin pêk tê. Ev mirov, li ser nasnameya xwe ne û li dijî gendeliyê têdikoşin. Ji ber van yekan em pîrozbahiyê li Tirkiyeyê û li gelê Tirk dikin."