17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
ANKARA
Sekreterê Giştî yê Odeya Bazirganî û Sanayiyê yê Alman-Tirk û Endamê Lijneya Rêvebirinê Jan Nother daxuyanî da radyoya dewletê ya Almanyayê û got ku li Tirkiyeyê tevdîrên ku di çarçoveya OHALê da tên hildan, wê dirêj nebin û ji bo vê endîşeya wî tuneye.
Nother diyar kir, veberdêrên navneteweyî curet nakin ku li Tirkiyeyê veberhênanê bikin û hin palanên veberhênanê hatine taloqkirin. Nother got ku digel vê yekê jî ew bawer dike ku pêbaweriya aboriya Tirkiyeyê, wê cardin xurt bibe.
Nother got: "Ev welêt heq dike ku veberhênan lê werin kirin. Vê gavê di rewşa siyasî da ev nexuyê jî gelek daneyên giştî vê yekê dibêjin."
- "Di demên dijwar da diyalog pir girîng e"
Jan Nother der heqê veberhênanên Almanyayê yên ji bo Tirkiyeyê da jî got: "Ez wisa difikirim ku di demên dijwar da diyalog pir girîng e û bi taybetî jî veberdêrên alman ji bo ku di paşerojê da pêşiya şirîkên xwe yên tirk vekin, hin gavan diavêjin."
- "Li vê derê derfeta dîtina me ya kalîfiye heye"
SAP şirketeke Almanyayê ya bingeha bernameya nivîsweriyê ye û li Tirkiyeyê kar dike.
Alîkarê Serokê SAPê Franz Faerber jî piştgirî da gotinên Nother yên li ser Tirkiyeyê.
Faerber got: "Li Stenbolê 17 milyon kes dijîn. Ev ciwan û kesayetên perwerdekirî firsendeke pir mezin e. Rewşa reqabetê baş e, bi rastî jî li vê derê derfeta me ya ku em mirovên kalîfiye û perwerdekirî bibînin heye. Ev der wek welatên din nîne ku meriv li mirovên perwerdekirî bigere û bibîne."