ANKARA
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (RHKI) him ji bo pêşveçûna welatê xwe û him jî ji bo ku di qada vejenê de, di nav aktorên mezin de cih bigre dixwaze nefta xwe îxrac bike. Gelek pisporên vejenê diyar dikin ku Tirkiye ji bo îxraca nefta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) deriyê herî baş e.
Wisa tê texmînkirin ku li HKIyê nêzî 45 milyar warîlî nefta xam heye û ev herêm di nav çavkaniyên neftê de ji yên herî girîng yek e. Ji bo ku ev neft bi lûleyan ve li çar aliyê dinyayê bê belavkirin jî ji welatên derdorê Tirkiye xwediyê roleke mezin e.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo derxistin, dîtin û belavkirina nefta li welatê xwe bi gelek saziyan re hevdîtin kir û di çileya paşîn a sala 2013an de nefta xam ya ku ji meydana Tag Tag a Kerkûkê tê derxistin bi tankêran ve şand Tirkiyeyê. Lê rêveberiya Bexdayê îtiraz li vê tevgera HKIyê kir xwest ku neft di bin kontrola Saziya Nefta Neteweyî ya Iraqê (SOMO) de bê belavkirina û hatiniyên ji neftê jî bigihêje destê wan. RHKIyê jî destnîşan kir ku ji hatiniyên budçeya Iraqê sedî 17 para wan e lê rêveberiya Bexdayê vî heqê wan nade.
Bi tankêran rojê nêzî 25 û yan jî 35 hezar warîl neft dihat lê ev mîqdar ji bo armancên HKIyê têr nake û li ser vê jî projeya ku dê bi lûleyan neftê bişînin aliyê Tirkiyeyê ket dewrê. Nefta xam a ku ji Kerkûkê tê derxistin bi saya projeya ku par temam bû dê bi lûleyan ve heta bendera Yûmûrtalikê bê. Nefta ku tê benderê jî dê îxracî Ewropayê bê kirin. Peymana ku vê yekê di nav xwe de dihewîne ji aliyê şandeya ku serokê wê Nêçîrvan Barzanî bû di meha çiriya paşîn de li Enqereyê hat îmzekirin. Li gor peymanê dema ku hikûmeta navendî ya Iraqê neftê neşîne, HKI dikare sewqiyata neftê bike.
Di çarçoveya vê peymanê de rêvebirên ji aliyê Tirkiye û HKIyê di meha borî de ceribandina herikîna neftê kirin û dan zanîn ku encam baş e û neft gihîştiye Ceyhanê. Li ser vê ceribandinê hikûmeta Bexdayê li hemberî sewqiyata neftê derket û diyar kir ku divê ji bo herikînê ji wan destûr bê xwestin û sewqiyat jî bi destê SOMOyê ve bê kirin. Ji ber nelihevkirina Hewlêr û Bexdayê hatina neftê ya Tirkiyeyê sekinî. Di wê demê de Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz jî diyar kir ku ji bo sewqiyatê nêzî 400 hezar warîl neft di embaran de li benda belavkirinê ye.
-"Tirkiye ji bo îxrackirina nefta Herêma Kurdistanê deriyê herî baş e"
Pisporên li Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî ji bo projeya niha fikr û ramanên xwe bi AAyê re parve kirin.
Dîrektorê Aboriyê yê Weqfa Lêkolînên li ser Civak, Aborî û Siyasetê (SETA) Erdal Tanas Karagul di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Tirkiye ji bo bazirganiya nefta Herêma Kurdistanê deriyê herî baş e û wiha pê de çû: "Saziyên herî mezin ji bo ku tiştek para wan bikeve li HKIyê ne. Hatiniya nefta vê herêmê di nav mijarên borsaya vejenê ya London û Newyorkê de cih digre. Ji vê aborî û hatiniya evqas mezin tu kes naxwaze Tirkiye xêrê bibîne. Ew jî zanin ku Tirkiye ji bo îxrackirina nefta Herêma Kurdistanê deriyê herî baş e û dixwazin bila tu xêr negihêje Tirkiyeyê. "
-"Tirkiye ji bo Herêma Kurdistana Iraqê wek bêhnê ye."
Pisporê Iraqê yê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Merivên Pirzan Alî Semîn destnîşan kir ku Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê wek bêhnê ye, lewra heke HKI bixwaze li dinyê di qada vejenê de bibe xwediyê gotinê pêwîstiya wê bi Tirkiyeyê heye û wiha got: "Iraq ji ber pevçûnên li herêmên sûnî û hilbijartinên herêmî yên di 30yê nîsanê de astengiyan derdixe. Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî dixwaze cara 3yemîn bê hilbijartin û beriya hilbijartina jî dê mihtacî kurdan bibe û ji ber vê jî destûrê herikîna neftê dê îmze bike. Kurd çawa ku ji Malikî re lazim in Tirkiye jî ji kurdan re lazim e."
-"Tirkiye dibe ku ji bo Kurdên li Herêma Iraq û Sûriyeyê bibe deriyê vejenê."
Pisporên vejenê yên ji Herêma Kurdistana Iraqê jî daxuyanî dan AAyê û gotin ku ji bo îxrackirina nefta HKIyê rêya herî baş Tirkiye ye.
Pisporê têkiliyên di navbera Tirkiye-HKIyê û vejenê Dr. Serdar Azîzê Silêmaniyeyî got: "Heke pirsgirêkên di navbera Îran û Amerîkayê de çareser bibin, li herêmê Îran wê demê li hemberî Tirkiyeyê ji bo HKIyê dibe ku bibe alternatîfeke nû."
-"Heke Tirkiye bixwaze dikare nefta HKIyê îxracî derve bike."
Pisporê vejenê yê Hewlêrî Şivan Zulal jî da zanîn ku ji roja destpêkê ve heta îro ji bo HKIyê Tirkiye deriyê ewil e û wiha pê de çû: "Li Iraqê bendera Besrayê heye lê ji ber ku rê teng in û bender jî têr nake, ne mimkune ku nefta HKIyê ji wê derê bê belavkirin. Îran jî nabe, lewra ew jî dixwazin ewilî nefta xwe bifiroşin. Reşa Sûriyeyê diyar e û ji ber vê jî deriyê herî baş dîsa Tirkiye xuya dike. HKI ji bo ku bikaribe nefta xwe bifiroşe bi hewl û xîret dixebite. Tirkiye di projeyê de xwediyê cihekî pir girîng e û heke bixwaze dikare nefta HKIyê jî bifiroşe derve."